CÎK: Ji vê zilm û heqaretê re bêdeng nemînin
    10-02-2024

CÎK: Ji vê zilm û heqaretê re bêdeng nemînin

CÎK’ê bi minasebeta Cejna Remezanê peyamek pîrozbayê da. Di peyamê de bal hat kişandin li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hate gotin; “Dem dema pêkanîna berpirsiyartiyên me yên Îslamî, netewî û wicdanî ye.”

 

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi boneya Cejna Remezanê peyamek nivîskî weşand û cejn di serî de li Kurdên Misilman, li hemû alema Îslamiyetê pîroz kir.

CÎK’ê di peyama xwe de bi berfirehî behsa wateya rasteqîn a meha Remezanê û rojî girtinê dike û dibêje; “Divê di vê mehê de mirovahî xwe neke bindestê jiyaneke madî, pêwîste ji bo manewiyat û wicdanê di nava tevgereke rêk û pêk de be.”

Di peyama CÎK’ê de her wiha bal hatiye kişandin li ser şêwazê destgirtina Îslam û Quranê ya derbarê kes û aliyên ku xwe dispêrin madiyatê û desthilatiyê û bi vî rengî yên wisa pênase dike; “Yên îrade û wijdana xwe radestî madiyat û desthilatiyê kiribe, wî/ê mejiyê xwe ji bo hin hêzan daye kirê û ji rojiyê tu sûd wernegirtiye. Bi gotina Quranê ev kesayetên ku çavên wan perde lê hatiye kişandin, ji bo vê guhên wan rastiyê nabihîze, çavên wan rastiyê nabîne, dilê wan hişk bûye û mejiyê wan qerisiye. Ger rojî giyana mirovan paqij bike, bê exlaqî û zilmê ji jiyana mirov dûr bike, wê demê mirov dikare bêje ku Pîvanê Rojiyê pêk hatiye.”

Di dewama peyamê de Cîkê îşaret bi zilma salan a dewleta Tirk a dagirker ya li ser gelê Kurd dike kir û dibêje, “Bi salane cejn û rojî li miletê me kririye êş, komkujî û wêrankirin.” Di dewamê de cih ji van gotinan re jî hatiye dayin, “Ev zilm û wehşeta dewleta Tirk û olfiroşiya sîstema wan, di tu ol û baweriyê de nîne. Dewleta Tirk û hevalbendên xwe yên xayîn, di vê meha Remezanê de kuştina miletê me û dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê bi awayeke hovane destpêkirin û bi şiklekî zalimane berdewam dike.”

Civaka Îslamî ya Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de bang li alim, zanyar, şêx, seyîd û civaka Kurd û Kurdên Misilman dike û dibêje ku li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin û helwesta xwe diyar bikin. CÎK wiha didomîne; “Ev dagirker û qirkerên civaka me, komkujiyan li ser civaka me pêk tînin. Pêwîste her Kurdek û oldarekî pak xwedî feraseteke kûr bin, olfiroşî û xapandinên vanan fêm bikin. Ji wan munafiq û qatilan dûr bikevin, ligel civaka xwe û misilmanên pak cîh bigirin. Dem dema pêkanîna berpirsiyariyên me yên Îslamî, netewî û wicdanî ye. Ev komkujiya li Başûrê Kurdistanê pêk tê ne tenê li beramberî partiyek an aliyekê ye, berovajî wê li hemberî her Kurdekê ye.

Bawermendên dirûst; ev şerê dijwar ê bêencam ku bi salane li hemberî gelê me pêk tê, êdî hûn jî li dijî wê derkevin. Ger em şer ranewestînin û biratiyê ava nekin, tu îbadet û cejnên me birastî û li gorî Îslamê nayên jiyankirin.”

  • Vogelsanger str 348/d 50827 Köln Deutschland
  • +49 221 98512022
  • [email protected]

Designed & Developed with Xwedî mafê malperê Bawerî Cîk e.

Dachverband Islamisch Kurdischer Gemeinden-E.V.