Werin em birînên mexduran derman bikin
    22-06-2024

Werin em birînên mexduran derman bikin

Civaka Îslamî ya Kurdistanê bal kişand ser girîngiya yekîtî û hevgirtina ji bo dermankirina birînên mexdûrên karesata şewatê û got “Em bi alîkariya madî û manewî nîşan bidin ku em bi wan re ne”

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) têkildarî şewata li navçeya Çinar a Amedê û navçeya Şemrex a Mêrdînê pêk hat de, têkildarî ziyanên can û madî daxuyaniyek da û banga xwedîderketina li mexdûrên şewatê kir. Di daxuyanîyê da wuha hat gotin: Agir û Şewata li Mêrdîn û Amedê derketiye, dile me hemûyan xemgîn kir û xemgîniya me giran e. Di vê dema dijwar de bi xisara can û malî da rû bir û mane re  sebrê di xwazin. Xwedê rehma xwe li birayên me yên k udi karesata şewatê de jiyana xwe ji dest dane bike û birîndaran re ji şîfa dixwazin.

Rebbê me di Qurana Pîroz de wiha djibêje: “ Bi her dijwariyê re sihetî heye” ((Sûreya Înşîra 6) Em ji bawer in ku paş vê dijwariyê, aramû aşitî were. Îmana me jî emê ku xwe bi hev re alîkarî û yekbûna ku bibîne. Bawerîya me girîngiya hevkarî û hevgirtinê tîne bîra me. Pêxemberê me jî wiha gotiye: Mirovên mumîn merhamet û hezkirina hev û parastina hev da wek yek bedenê ne”

Bi vê minasebetê dem hatiye ku em din av yekîtiyê de birînên birayên me yên Mêrdîn û Amedê bipêçin. Werin em bi alîkariyên xwe yên madî û manewî nîşan bidin ku em li kêleka wan in. Werin em bir peydakirina av, xwarin, cil û bergen derde kesên hewcedar sivik bikin.

Her yek ji me dikare bi beşdarbûna xwe ya piçûk, ferqe kî mezin çeke. Em ji bîr nekin ku her qenciya ku ji bo Xwedê hatiye kirin, wê di axretê de li me vegere. Em di duayen xwe de xwişk û birayên ku ji vê felaketê bandor bûne ji bir nekin. Em ji Rebbê xwe dua bikin ku carek din felaketên wiha neqewimin. Xwedayê mezin îhtîmala ku em din av yekîtî û hevgirtinê de bijîn bide me. Werin em bin hev ra van dijwariyan derbas bikin. Werin em bi dua û alîkariyê li cem xwişk û xwe bin.

 

 

 

 

 

 

 

 

Designed & Developed with Xwedî mafê malperê Bawerî Cîk e.

Dachverband Islamisch Kurdischer Gemeinden-E.V.