'Şêx Seîd li dijî xiyaneta dewleta Tirk pêşengî ji têkoşîna gel re kir'
    13-02-2024

'Şêx Seîd li dijî xiyaneta dewleta Tirk pêşengî ji têkoşîna gel re kir'

Serokê Giştî yê Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) Hafiz Ahmed Tûrhalli diyar kir ku yên dewleta Tirk ava kirin, xiyanet li gelê Kurd kirin û got, Şêx Seîd li dijî vê xiyanetê ji bo mafê gel pêşengî ji têkoşînê re kir.

Navê Şêx Seîd ku pêşengî ji Serhildana Gelê Kurd a sala 1925'an re kir, di sala 2011'an de ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya Partiya Demokrasî û Aştiyê ve li bûlwareke li ser rêya Farqîn-Xarpêtê hate kirin. Bi îdîaya ku 'Şaredariya Bajarê Mezin a di destê qeyûm de ye, ev nav nû li bûlwarê kir' navê Şêx Seîd kirin hedef. Partiyên siyasî yên Tirk, nijadperest, faşîst û hin nivîskaran navê Şêx Seîd ji xwe re kirin mijara nîqaşê.

Kes nikare li ser nirxên Kurdan lîstika xwe ya hilbijirtinê ava bike

Tûrhalli anî ziman ku dewletên mêtinger ên li Kurdistanê ji rêzê nînin û got, "Divê bêne naskirin. Plan û lîstikên wan divê baş bêne fêhmkirin. Naxwe mîna ku her carê dikin, derdê wan xapandina gelê me ye. Ev dewlet timî li pey xapandina gelê Kurd e. Bi sedan sal in gelê me dixapînin. Divê em êdî bi soz û polîtîkayên wan nexapin. Beriya niha di dema serokatiya Osman Baydemîr de Şaredariyê navê Şêx Seîd li bûlwarekê kir, lê mîna ku ev nav nû lê hatiye kirin, ji nû ve xistin rojevê. Beriya hilbijartinên xwecihî li pey lîstikekê ne. Li pey xapandina gel in.

Partiya desthilatdariyê û partiyên şirîkên wê li ser navê Şêx Seîd hewl didin xwe li ber dilê Kurdan xweş bikin. Yanî di bin navê Îslamiyet-biratiyê de dixwazin vê bi kar bînin. Ji bo vê jî dixwazin nav li bûlwarekê bikin. Ev derew e. Di sala 2011'an de di dema BDP'ê de ev nav li bûlwarê hatiye kirin. Tenê dixwazin vê bi kar bînin. Piştre jî qeyûm li ser şaredariyên gel danîn. Qeyûman her tiştên bi navê Kurdîtiyê li Kurdistanê tune kirin. Navên Kurdî yên gund û taxan yek bi yek ji holê rakirin. Di bin sîwana şaredariyê de bi navê çanda Kurd çi hebe qedexe kirin. Mejiyekî ku çand û navê Kurdîtiyê qedexe dike, çawa dikare xwedî li Şêx Seîd derkeve. Ev yek lîstikeke. Xapandin e. 5 meh mane ji bo hilbijartinên xwecihî, gelo nû navê Şêx Seîd hate bîra wan. Ev yek lîstikeke hilbijartinê ye."

Tûrhalli anî ziman ku Şêx Seîd nirxekî girîng û pêşengekî gelê Kurd e û wiha dewam kir, "Hin derdorên çep ên Kemalîst û nivîskarên bi heman rengî bi heqaret û îftirayan tevlî vê pêvajoyê bûn. Di şexsê Şêx Seîd de heqaretê li gelê Kurd dikin. Dijminatiya li Kurdan e. Li nava hin derdoran di bin navê Îslamê de mîsyon û rastiya Şêx Seîd tê berevajîkirin. Şêx Seîd dûrî nasnameya Kurd dinirxînin û weke Şehîdê Îslamê pênase dikin. Baş e di vir de divê bê pirsîn. Baş e, eger Îslam maf be, gelo rastiya Kurd maf nîne? Zilma li Kurdan tê kirin çi ye? Ev yek di heman demê de dijminatiya li Îslamê ye. Divê ev yek bê zanîn. Li nava herdu derdorên ku li ser Şêx Seîd êrîşî Kurdan dikin, dixwazin Kurdan bi vî rengî bixapînin û qezenç bikin. Beşek jê, çep a Kemalîst xwe weke dijberiya Îslamê pênase dikin. Bi vî rengî dixwazin gelê Kurd înkar bikin û tune bikin. Beşa din jî dixwaze di nava Kurdan de li ser Şêx Seîd feraseta Senteza Tirk Îslamê bi cih bikin. Dixwazin nirxên me li hemberî me bi kar bînin û bi vî rengî bigihêjin armanca xwe. Armanca xwe jî ew e ku mîsyona Şêx Seîd û nirxê ku li nava civaka Kurd afirandiye, tune bikin. Bi vî rengî dixwazin nirxên Kurdan li dijî gelê Kurd bi kar bînin û tune bikin. Divê gelê me vê lîstikê baş bibîne û pê nexape."

Tûrhalli bal kişand ser îdîayên Kemalîstan û hin derdoran ku dibêjin 'Şêx Seîd xiyanet kir' û anî ziman ku ev gotin, hewldana ji bo berevajîkirina rastiyê ye û got, "Xwedê ji xayinan hez nake. Niha xayintî çi ye, divê em wê diyar bikin. Piştre wê eşkere bibe bê kê xiyanet kiriye. Tu emanetekê yan jî sozekê dide, eger tu xwedî lê dernekeve hingî te xiyanet kiriye. Gelek miletên di bin sîwana Osmanî de serxwebûna xwe bi dest xistin. Dema ku dewleta Tirk ava bû, Kurd bi wan re tevgeriyan. Mûstafa Kemal û hevalên wî soz dan Kurdan ku wê welatekî hevpar ava bikin. Ji Kurdan re gotin, ev yek welatekî me yê hevpar e. Di bin navê biratiya olê de Kurd li gel Tirkan sekinîn. Kurdistan welatê miletê Kurd e. Ev yek rastiyeke dîrokî ye. Divê ev maf bê dayin. Wan xiyanet li Kurdan kirin. Piştî ku dewleta Tirkiyeyê ava bû, beşeke Kurdistanê tevlî bû. Piştî ku dewlet ava bû, vana xiyanet li gelê Kurd kirin. Xiyaneta herî mezin jî vê sîstemê li Kurdan kir. Şêx Seîd ji bo pêşî li vê xiyanetêb igire, ji bo maf û hiqûqa gelê Kurd biparêze, ev yek ji bo xwe weke wezîfeyeke Îslamî dît. Rast e ev Îslamî ye. Ji ber ku gelê Kurd civakeke ku Îslamiyet ji dil û durustî qebûl kiriye û dijî.

Rejîma Kemalîst piştî ku dewlet ava kir, xiyanet li Kurdan kir. Xwestin Kurdan înkar û îmha bikin. Siyaseta qirkirinê li dijî Kurdan xistin dewrê. Mînak di qirkirina Dersimê de tevÎ ku serhildanek tune bû jî dest bi hewldana tunekirinê kirin. Tevî ku sedem tune bû jî dest bi qirkirinê kirin. Ji ber ku wê bikişanda ser xeta Tirkîtiyê. Şêx Seîd ev xiyanet qebûl nekir. Li dijî vê siyasetê serî hilda. Li dijî xiyaneta vê rejîmê pêşengî ji gel re kir. Quran rabûna li ber xiyanetê ferz dike. Şêx Seîd jî vê dike. Pêxemberê me dibêje, 'Yê ku me dixapîne ji me nîne'. Yên ku dewleta Tirk ava kirin Kurd xapandin û xiyanet kirin. Şêx Seîd û hevalên wî jî ev xiyanet qebûl nekirin. Li dijî xiyanetê mafê xwe yê însanî, Îslamî, fikrî û milî bi kar anîn û serî hildan. Li ber xiyanetê rabûn. 'Şêx Seîd Efendî şehîd bû, lê mafê wê bi cih hate anîn'. Ev yek xapandin e. Gorên Şêx Seîd, Seyîd Riza, Mele Seîd li ku ne? Yên ku niha bi navê Îslamê têkildarî Şêx Seîd daxuyaniyê didin, desthilatdar û şirîkên desthilatdariyê ye. Li şûna ku tu yê vî navî ji bo xwe bi kar bîne, tu çima cihê gorên wan nabêje? Bang li wan rêxistin û siyasiyan dikim ku dibêjin Şêx Seîd şehîdê Îslamê ye, hûn şirîkên desthilatdariyê ne, çima cihê gorê napirsin. Ev hemû ji bo xapandina gelê me ne. Parlamenterên Kurd li meclîsê ji bo eşkerekirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî pêşnûme pirsan didin. Hemû jî ji aliyê AKP û partiyên din ên Tirk têne redkirin. Bila gelê me baş zanibe, ku bi veşartîhiştina gorên nirxên me dixwazin feraseta xwe li me ferz bikin. Dixwazin me di nava feraseta Senteza Tirk Îslamê de bihelînin. Bila gelê me bi vê nexape."

Tûrhalli di dawiya axaftina xwe de got, "Şêx Seîd tevî ku extiyar bû, qebûl nekir ku gelê Kurd li welatê xwe bê înkarkirin. Ji bo maf têkoşiya. Ji bo rizgariya Kurdistanê, li dijî dewleteke zilmê ku gelê Kurd tune dihesibîne têkoşîna maf û mirovahiyê meşand. Şêx Seîd pêşeng û nirxekî gelê Kurd e."

 

Designed & Developed with Xwedî mafê malperê Bawerî Cîk e.

Dachverband Islamisch Kurdischer Gemeinden-E.V.