Li Fransayê Mizgefta Selahattîn Eyyubî hat vekirin
Mizgefta Selahattin Eyyubî a girêdayî Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CİK) hat vekirin.
Mizgefta Selahattin Eyyûbî ya ku li herêma Normandiya ya Fransayê a girêdayî Civaka Îslamî ya Kurdistanê hat vekirin. Çêkirina Mizgefta Selahattîn Eyyubî di encama xebatên ên CÎK û Meclisa Gel de bi dawî bu. Şaredarê Val-de Reûil Marc-Antoine Jamet, Serokê CÎKê Mele Şevket Çakır û Alimên Kurdistanî û gelek welatiyên Kurdistanê beşdarî vekirinê bûn. Mizgeft pişti xwendina Fatîha û ji bo kesên di Têkoşina Azadîya Kurdistanê da jiyana xwe ji dest dane hat vekirin. Piştra Serokê CÎKê Mele Şevket Çakır axaftinek kir. Çakır, diyar kir ku Mizgefta Selahattin Eyyubî wê wek mizgefta hevpar a neteweyên ji her ziman û nijadan bimeşe û destnişan kir ku navê Selahattîn Eyyubî ji bo alema Îslamê yekîtî û hevgirtinê nîşan dide û alema Îslamê pewistîya wê bi vê yekê heye. Çakır, bal kişan ser girîngiya hemû gelê Kurd ên li Ewrupayê dijîn ji bo parastina nirxên hevpar ên ji bo parastina maf û hiqûqa gele Kurd, banga tevlibûna, çalakîyên îro li Fransayê ji bo azadîya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin.
Di dawiya axaftina xweda Çakir, zextên li ser siyaseta Kurd a li Bakurê Kurdistanê û desteserkirina Şaredariya Colemêrgê şermezar kir û destnîşan kir ku pêwîste têkoşîna civakî li hemû qadên jiyanê were belavkirin.
Mizgefta Selahattîn Eyyubî, ji bo hemû Mislimanan ibadetê xwe bikin ewe her roj vekirî bimine. Mizgeftê da her roj bi şêwazê mufredata perwerdehîyê ya Medreseyên Kurdî zarok perwerde bibin. Her wiha di Mizgefte da ji bo Jin ibadetê xwe bikin cihekî taybet hatîye çekirin.