Daxuyanîya Roja Zimanê Dayîkê
Civaka Îslamîya Kurdistanê bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyanekî weşand. Daxuyanîya Civaka Îslamîya Kurdistanê: "Bi Navê Xwedayê Dilovan û Dilovîn Pê Nomayî Homayê ke Rehman (Zerêy ci Pirî rehma) o Rehîmo (Rehmet ro makeno)-Ji Ayetên wê yek jî, afirandina Erd û Asîmanan e, cudabûna reng û zimanê we ye. Bê guman ji bo kesê dihizire, ev mînak û îbretin.-Ayetonî Homayira yew jî, Viraştişî Erd û Ezmonî yo, Ciyabiyayişî Reng û Ziwanî şimawo. Bê gumon semedê keso hiziryeno (fikiryeno) Enî Nîşaney û Îbretê.-Bê guman me hemû Pêxember bi zimanê gelên wan şandin, da ku gotinên me eşkere û vekirî vebêjin. Piştî vêna Xwedê kê bixwaze, wê/wî di nav nebaşîyê de dihêle, kê bixwaze, wê/wî jî dixe reya rast. Ew, xweda nê hêz û hîkmetê ye.-Bê guman (Yi-Homa) hemî Pêxemberî xu, bi Ziwanî Şarî yine eşrawitî. Semedê ke Vatê (Homayî) yinerî aşkere vacî; Ene ra tepiya, Homa kamî biwazo miyanî xirabîyê de verdeno, kamî zî biwazo ano Reyero raştî ser. O, (Homa) wahîrê Hêz (Qewwet) o Hîkmetiyo.- Ziman Ayetên Xwedêne, li Ayetên Xwedê xwedîderketin ferze!- Ziwan Ayetî Homayo, wahîrî Ayetonî Homayî vecîyayîş Ferzo!-Bi Kurdî bixwîne, binivîse, bihizire û xewnan bibîne!-Bi Kirdî (Kirdasî-Kirmanckî-Zazakî) biwani, binusni, bihizire û hewnan bivîne!-Bi parastina ziman emê nasname, welat, gel û mirovbûnê biparêzin!-Pê Pawitişê Ziwanî; mawo, Nasnameyî Welat, Şar û Merdimiyê xo bipawi!-Di mizgeftê, dibistanê, kolanê û malê de kurdî xweşe, kurdî ji bo me diyariya Xwedê ye!-Mizgefte Dibistan, Kuçe û Kolana nû Keye di, Kirdî weşa, Kirdî Diyariya Ho maya semedê ma! Civaka Îslami ya Kurdistanê (CÎK