CÎK: Tundiya li dijî jinê li pîvanên Îslamê nayê
    24-11-2024

CÎK: Tundiya li dijî jinê li pîvanên Îslamê nayê

CÎK’ê têkildarî 25ê Mijdarê daxuyaniyek da û diyar kir ku tundiya li jinê li pîvanên Îslamê û nirxên mirovahiyê nayê.

Civaka Îslamî ay Kurdistanê (CÎK) têkildarî 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ahte ragihandin ku tundiya li jinê li pîvanên Îslamê û nirxên mirovahiyê nayê û hate destnîşankirin ku dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' dengê gerdûnî yê têkoşîna azadî, wekhevî û rûmetê ya jinên Kurd e.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku têkiliya navbera jin û mêr li ser hezkirin û edaletê ava bûye.

CÎK'ê diyar kir ku jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya jib o rûmet û wekheviyê bang li wijdanê mirovahiyê dikin û got, "Ev têkoşîn li pîvanên Îslamê tê ku rabûna li ber zilmê û parastina mafê bêgunehan ferz dike. Cihê tundiya li dijî jinê di nava ola me de nîne. Ne ola Îslamê ne jî nirxên mirovî destûrê nade jinedîtî hatina vê zilmê."

Di dewama daxuyaniyê de hate ragihandin ku ola Îslamê rabûna li ber zilmê ferz dike û hate destnîşankirin ku redkirina her cûre tundiya li dijî jinê wezîfeya wan e.

 

Designed & Developed with Xwedî mafê malperê Bawerî Cîk e.

Dachverband Islamisch Kurdischer Gemeinden-E.V.