CÎK Peyama Meha Remezanê
    28-02-2025

CÎK Peyama Meha Remezanê

 

CÎK Civaka Îslamiya Kurdistanê bi boneya meha Remezanê peyamek weşand û got: “Ruhê Remezanê bang li me dike ku em hevdu fêm bikin û ji bo aştiyê gavan bavêjin.”

Civaka Îslamiya Kurdistanê bi boneya meha Remezanê peyamek weşand. Di peyamê de ev tişt hatin gotin: “Ev meha pîroz dema paqijbûna ruhî, xurtkirina hestên sebir, minetdariyê ye û di heman demê de bicihanîna erkên civakî ye. Îro welatê me di pêvajoyeke veguhertineke mezin re derbas dibe. Ruhê Remezanê bang li me dike ku em hevdu fêm bikin û ji bo aştiyê gavan biavêjin. Avakirina aştiya civakî berpirsyariyeke ku dikeve ser milê her kesî ye. Em hêvî dikin ku ev meha pîroz ji bo hemû mirovahiyê bibe sedema aştî, aramî û xêrê.”

  • Vogelsanger str 348/d 50827 Köln Deutschland
  • +49 221 98512022
  • info@bawericik.com

Designed & Developed with Xwedî mafê malperê Bawerî Cîk e.

Dachverband Islamisch Kurdischer Gemeinden-E.V.