CÎK Parastin û jiyankirina zimanê Kurdî wezîfeyeke olî ye
    15-05-2024

CÎK Parastin û jiyankirina zimanê Kurdî wezîfeyeke olî ye

Civaka Îslamiya Kurdistan 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pizor kir û got parastin û jiyankirina zimanê Kurdî, wezîfeyeke olî, exlaqî û civakî ye.

Civaka Îslamiya Kurdistan (CÎK) bi wesîleya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî peyamek nivîskî weşand. Di peyamê de ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê banga têkoşîna civakî hate kirin û wiha hate gotin: “Hebûna her mirovekê bi ziman tê hîskirin û fêmkirin. Jiyan destpêkê bi zimanê dayikê tê tenefuskirin. Zimanê dayikê mîna şîrê dayikê ye. Ol destpêkê di zimanê dayikê de tê fêmkirin. Zimanê dayikê nasname û azadiya gelekî ye. Gelê Kurd çiqas xwedî li zimanê xwe derbikeve û di jiyana rojane de bi kar bîne, ew qas wê nêzî azadiya xwe bibe. Eger em bixwazin hebûna gel û dîroka xwe ya qedîm biparêzin, divê em li her qadê xwedî li zimanê xwe yê dayikê derbikevin.”

‘Xwedî derketina li zimanê Kurdî, wezîfeya her Kurdekî ye‘

Di peyamê de hat diyarkirin ku ev sedsal in Kurdistan li her çar parçeyan tê dagirkirin û ev tişt jî hatin gotin: “Dagirkeran destpêkê zimanê me qedexe kirin û qirkirin li me ferz kirin. Em bang li gelê xwe dikin, olê xwe bi zimanê xwe fêr bibin. Destûr nedin ku li ser navê ol we asîmîle bikin. Lê Xweda Te’ala di Qur’ana Pîroz da Ayeta 22yemîn da wiha gotîye “Û afirandina asîman û erdê û cudabûna ziman û rengên we ji nîşanîyên hêza Wî ne. Cudatîya ziman û rengan nîşanîyên Xwedê ne. Hewldanên tune kirina zimanekî û asîmilekirina wî i înkarkirina Xwedê ra hevwateye.Ji bo gelê Kurd wezîfeyeke olî ye ku zimanê xwe yê dayikê fêr bibe û bi zimanê xwe jiyan bike. Her Kurdek divê vê yekê weke wezîfeyekê ji xwe re qebûl bike û li gorî wê bijî. Em di her qada jiyanê de zimanê xwe bi kar bînin. Fêrkirin, jiyankirin û parastina zimanê me siberoja me ye. Perwerdeya bi zimanê Kurdî mafekî olî, mirovî, wijdanî û hiqûqî ye. Mafekî xwezayî yê gelê me ye. Ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdeyê yê fermî, divê em li her qadê têbikoşin. Bi vê wesîleyê em car din Cejna Zimanê Kurdî pîroz dikin û ji bo zimanê me jiyankirin, em banga geşkirina têkoşîna civakî dikin.”

 

Designed & Developed with Xwedî mafê malperê Bawerî Cîk e.

Dachverband Islamisch Kurdischer Gemeinden-E.V.