Cejna Remezanê pîroz be
    05-05-2024

Cejna Remezanê pîroz be

CÎKê bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir û xwest Cejna Remezanê ji bo gelê Kurd bibe sedema hevgirtin, hevkarî û azadiyê.

Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) bi sedama Cejna Remezanê peyamek weşand. CÎKê di peyama xwe de bal kişand bi ser taybetmendiyên Remezanê ku di Îslamê de meheke pîroz e û wiha got: “Me meheke din a Remezanê ya ku mirovan di warê madî û manewî de paqij dike, vîna wan xurt dike û hevgirtina civakî dike hedefa xwe li pey xwe hişt. Gelê Kurd ku bi salan e cejnên xwe bi coş û kelecan pêşwazî nake, roja ku Kurdan azadiya xwe bi dest bixe dê cejneke rast û bi coş derbas bike. Werin em di van rojên pîroz de hevgirtina xwe ya civakî ya ku zêde dibe, veguherînin hevkariya gelê me yê bindest.”CÎKê peyama xwede,  banga li Gelê Kurd ji bo hevgirtina xwe ya madî û manewî mezintir bikin kir.

Di berdewamiya peyamê de bal kişande ser wê yekê ku erdnigarîya Kurdistanê bi sedsalan hatiye dagîrkirin û zilm û zordariya dagirkeran li ser gelê Kurd hatiye kirin û ev tişt hate gotin: Welatê me bi sedsalan hatiye dagirkirin. Li hemberî gelê me politîtîkayê hovîyane, zext, tundî, înkar û qetlîamê guncav hat kirin. Zilma ku Nemrûd û Fîravûn nikaribûn bikin, ji alîyê dewletên bi navên misliman ên welatê me dagîr kiribûn, li gelê me hat kirin. Alimên me yên olî, Mislimanên rast û mirovên me yên ku li dijî Îslama sexte/desthildar a ku wan îcad kiribûn an di zindanan de riziyan, an jî hatin qetil kirin. Ew rewş her diçe xirabtir dibe. Hikûmetên nijadperest ên Ereb, Tirk û Faris ên Kurdistan dagir kirine, Ola Îslamê ji xwe re kirinbûn perde û ol girtibûn. Misliman ji hev nedihatin cudikirin. Ji şer û qetlîamên ku li çar parçeyên waletê me tên kirin, desthilatdarîya bazirganê olî AKP/MHP ku bi salan e li Tirkiyeyê din heman sîberê de desthilatdariy e. Zilm, birçîbûn, hilweşîna exlagî û zilma ku li civakê tê jiyan kirin karê van zalim û dizan e.

Di Daxuniyê da Ayeta “Zilmkar wê di demeke nêz de bibînin ka wê çawa serûbin bibin“ (Şuara 227) hat kirin û wiha devam kir: “Heta ku zalim û qatil ser û bin nebin û edalet ji bo her kesî pêk neyê, cejna rast nayê kirin. Wezîfeya sereke ya her Mislimanekî rast ê ku edaletê saz bike. Di Ola Îslamê da dûrketina ji zilmê ferz e. Heya ku Kurdistana ku dilê erdnîgariya Îslamê ye, aramî û bextwariyê nebîne, Alema Îslamê ye, aramî û bextewariyê nebîne. Li Alema Îslamê cejneke rast nayê jiyan kirin. Tevî hemû êş û êşên hatine kişandin jî, em Cejna Remezanê li hemû Alema Îslamê bi taybetî li gelê Kurd pîroz dikin û dixwazin ku bibe sedema jiyaneke adil, azad û aram“

Designed & Developed with Xwedî mafê malperê Bawerî Cîk e.

Dachverband Islamisch Kurdischer Gemeinden-E.V.